Mamût
Mamût (Mammuthus) celebeke ji famîleyê fîlan e. Di serdema cemedê ya paşîn de, ew li Amerîkaya Bakur, Ewropa, Asya û Afrîka bi gelek celebên cihêreng belav bû. Endamên vê zayendê yên paşîn, bi dirêjî 4,5 m û bi giranî 8 ton, di sala 1700 berî zayînê de jiyane.
Mamût | |
---|---|
Dabeşandina zanistî |
Navê wê yê zanistî Mammuthus e, pêdivî ye ku ew bi zayendê Mammut re neyê tevlihev kirin. Mammut famîleyek ji famîleya mastodontan (Mammutidae) e ku tenê li parzemîna Amerîkayê dijiya û ji dûr ve bi mamûtan re têkildar e. Di van poz de her dem 4 diranên dirêj hene û mîna mamûtan, di serdema cemedê de cûreyên mûyên dirêj derketine.
Peresîn
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Mamût di nîvê serdema Pliyosen de li parzemîna Afrîkayê derketine û ji wir jî ew belavî Ewrasya û Amerîkaya Bakur bûne. Bi demê re, ew li gorî sermayê xwe guncan kirin. Bermahiyên herî kevin ê mamutê hatine dîtin 4 mîlyon salî ne û li herêma Afar a Etiyopyayê hatine dîtin. Li Kenya û Afrîkaya Başûr bermayiyên aîdî vî celebê Mammuthus subplanifrons jî hatine dîtin. Ev celeb bi qasî 3 mîlyon sal hebû û piştre Mamuthus africanavus li Afrîkaya Bakur xuya bû.
Kladogram
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]
| ||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||
Pirtûk
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- Garutt, W. E.: Das Mammut, Westarp Wissenschaften, 2004. ISBN 3-89432-171-7
- Lister, Adrian und Bahn, Paul: Mammuts - Riesen der Eiszeit, Thorbecke Verlag, Sigmaringen 1997. ISBN 3-7995-9050-1
- Stone, Richard: Mammut - Rückkehr der Giganten?, Franckh-Kosmos, Stuttgart 2003.ISBN 3-440-09520-7
- Ward, Peter D.: Ausgerottet oder ausgestorben? Warum die Mammuts die Eiszeit nicht überleben konnten?, Birkhäuser Verlag, Basel 1998. ISBN 3-7643-5915-3
- Probst, Ernst: Deutschland in der Urzeit, C. Bertelsmann, 1986
- Ziegler, Reinhard (1994): Das Mammut (Mammuthus primigenius BLUMENBACH) von Siegsdorf bei Traunstein (Bayern) und seine Begleitfauna, Münchner Geowissenschaftliche Abhandlungen, 26, Seite 49-80, Verlag Dr.Friedrich Pfeil, München