Here naverokê

Sille

Sille
Tax Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Sille li ser nexşeyê
Map
Koordînat: 37°56′Bk 32°25′Rh / 37.933°Bk 32.417°Rh / 37.933; 32.417
DewletTirkiye Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Li beşa îdarî
Dem
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêreBelge

Sille (bi grekî: Silene) gundekî geştiyarî û dîrokiyê li bajarê Qonyeyê ye ku heta sala 1922an yewnanî û kapadokî lê jiyan kirin e. Gund 7 kîlomêtre li dûrî bajarê Qonyayê û di nava geliyê çemê biçûk a Silleyê de hatiye avakirin.

Dêra Agia Eleni, Sille

Sedema vî hevjiyana aştiyane Mewlana Celaledînê Rûmî bû. Celaledînê Rumî di wî demê de bû şahidê mûcîzeyek ku li manastirê Xiristiyanên Ortodoks ên nêzê Saint Chariton qewimî.[1] Bi zimanê tirkî niha ji manastirê re Akmanastir tê gotin û ev nav tê wateya "Manastira Spî". Celaledînî Rumî di hundirê Dêra Hagios Xariton de mizgeftek piçûk çêkir.[2] Di wî demê de ev jî balkêş bû ku Mewlane Celaledînê Rumî helbestên Grekî bi karanîna tîpên Erebî-Tirkî nivîsî û gundiyên Sille yên Grek bi karanîna Alfabeya yewnanî helbestên tirkî nivîsandine.[3][4] Ev awayê nivîsandinê li herême belav bû û bi gelemperî wekî nivîsandina tirkiya karamanî dihat zanîn.

Mewlane ji tirkan xwest ku tu carî zirarê nedin Yewnanên gund, û peywira paqijkirina goran dida gundiyên Yewnanî. Tirkan jî rêz ji daxwazên Mewlane re girtin û gotinên wî dianîna cih. Di demên dijwar de, gelek ferman ji aliyê Sultan ji tirkên Qonyeyê re hatin şandin, ku soza wan a ku zirarê nedin gundiyên Sille dianî bîra wan. Ji ber van sedeman hevjiyana Grekên Sille bi Tirkan re bi aştî ma û gundiyan karî ku heşt sedsal hem zimanê xweya Grekî ya xwemal û ola Xiristiyanên Ortodoks biparêzin.

Di danûstandinên nifûsê yên di navbera Yewnanistan û Tirkiyeyê de (1923), Tirkiye û Yewnanistan biryar dan ku nifûsê li ser bingehê olî veguherînin. Piştî sala 1924an hemî niştecihên Grek gund terikandin.

Niha gund tê parastin û xebatên nûkirinê ji bo parastina warê olî û turîstîk tê meşandin.

  1. ^ "Konya Büyükşehir Belediyesi". konya.bel.tr. Ji orîjînalê di 30 çiriya pêşîn 2021 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 23 tîrmeh 2021.
  2. ^ E.J. Brill's First Encyclopaedia of Islam 1913-1936 (bi îngilîzî). BRILL. 1987. ISBN 978-90-04-08265-6.
  3. ^ "Untitled Document". archive.is. 5 tebax 2012. Ji orîjînalê hat arşîvkirin. Roja arşîvkirinê: 5 tebax 2012. Roja gihiştinê 23 tîrmeh 2021.{{cite web}}: CS1 maint: bot: original URL status unknown (lînk)
  4. ^ "Untitled Document". www.opoudjis.net. Roja gihiştinê 23 tîrmeh 2021.