Kûzikê nas
Tu dikarî vê gotarê ji gotara wekhev a îngilîzî bi riya wergerê berfireh bikî.
Ji bo dîtina rêzikên wergerandinê pê li [nîşan bide] bike.
|
Kûzik Temporal range: Plêstosînê dereng–Dema niha | |
---|---|
Kûzika Ewropayê navîn (Mustela nivalis vulgaris) | |
Dabeşandina zanistî | |
Cîhan: | Animalia |
Filûm: | Chordata |
Çîn: | Mammalia |
Kom: | Carnivora |
Famîle: | Mustelidae |
Binefamîle: | Mustelinae |
Cins: | Mustela |
Cure: | M. nivalis |
Navê zanistî yê latînî | |
Mustela nivalis Linnaeus, 1766 | |
Belavbûna kûzikan |
Kûzik (Mustela nivalis), cureyekî kûzeyan (Mustelidae) e. Kûzik xweciyê Asya, Ewropa, bakurê Afrîkayê û Amerîkayê Bakur ye. Kûzik nêçîrvanekî xurt û hov e ku dikanê kerguhekî ji wê bi 5-10 caran girsetir bikuje.
Şayes
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Laşê kûzik dirêj û zirav e, stuyê wê dirêj e, serê wê pan û teng û piyên wê kin in.
Reftar
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Pirbûn
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Xwarin û parêzî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Kûzik guhandarên biçûk wekî kojer, kerguh, mişk, hamester û cirpoq dixwe. Lê demê ku kojer hindik bin, kûzik hêk û ferxên çûkan dixwe. Kûzik qirtîş û mêş û mûr jî dixwe. Di hinek herêmên ku nêçîr hindik bin, kûzik laşê mirî yê mişkê lêmûsê qehweyî dixwe[2]
Belavbûn û warên sirûştî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Kûzik li hemû welatên Ewropa û Rûsyayê dijî ye ji xeynî Îrlanda û li hemû deverên Kurdistan, Tirkiyê, Îran ,Sûrî, Ûzbekistan, Tacikistan, Mongolya, Çîn, Japon, komara Korêya Başûr û komara Korêyê Bakur li Asyayê tê dîtin. Kûzik li bakurê Amerîkayê Bakur tê dîtin. Kûzik li bakurê Afrîkayê li Cezayir û Maroko dijî ye. Kûzik li mêrg, bejî, daristan, çandingeh, çol û nîvbeybanan dikanê bijî.[3][4]
Nêçîrvan û dijminên kûzikan
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Tevahiya ku kûzik nêçîrvanê hov û êrîşkar e, lê dijminên ji wê hêzdartir hene wekî rovî, kûzeyê semûr, bûkinkê çolê, bûkinkê daristanan, banevank, şakund, kundê kadînan, kundê spî, bazî an baz û marê cirdonê reş, maregîska serpaxir ku kûzikan dixwin.
Binecure
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Nêzî 18 binecureyên kûzikan hatine danasîn ta sala 2005.
- Kûzikê nas (Mustela n. nivalis), Linnaeus, 1766.
- Kûzikê Ewropayê navîn (Mustela n. vulgaris), Erxleben, 1777.
- Kûzikê Deryaya Sipiyê Navîn (Mustela n. numidica), Pucheran, 1855
-
Kûzikê nas
-
Kûzikê Ewropayê navîn
-
Kûzikê Deryaya Spiyê Navîn
Çavkanî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- ^ Tikhonov, A., Cavallini, P., Maran, T., Kranz, A., Herrero, J., Giannatos, G., Stubbe, M., Conroy, J., Kryštufek, B., Abramov, A., Wozencraft, C., Reid, F. & McDonald, R. (2008). Mustela nivalis. In: IUCN 2008. IUCN Red List of Threatened Species. Downloaded on 21 March 2009. Database entry includes a brief justification of why this species is of least concern
- ^ Sheffield, J.R.; King, C.M. (2 June 1994). "Mustela nivalis." Mammalian Species. The American Society of Mammalogists, 454.
- ^ Honacki, J.H., ed.; Kinman, K.E., ed.; Koeppl, J.W., ed. 1982. mammal Species of the World; A Taxonomic and Geographic Reference. Association of Systematic Collections, U.S.A
- ^ Sheffield, J.R.; King, C.M. (2 June 1994). "Mustela nivalis." Mammalian Species. The American Society of Mammalogists, 454
Girêdanên derve
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Ev gotara kurt şitlekê ye. Heke tu bixwazî berfireh bikî pê li biguhêre bike. (Çawa?) |