Hogir Berbir
Xuyakirin
Hogir Berbir | |
---|---|
Jidayikbûn | 1976 |
Pîşe | |
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêre |
Hogir Berbir li Dêrika Çiyayê Mazî ji dayîk bûye. Ji ber xebatên xwe yên sîyasî di 1995'an hatîye girtin û nêzî 10 salan di girtîgehê de maye. Berbir li girtîgehê dest bi nivîsandina kurdî kiriye û kurteçîrok, helbest û gotaran nivîsandiye. Gelek xebatên wî di di malper, kovar û rojnameyan de hatine weşandin û çend berhemên wî hatine çapkirin. Nivîskar di 2004-2007an de di Desteya Rêveberîyê ya Enstîtuya Kurdî ya Amedê û di 2007-2017an de di Desteya Rêveberîyê ya Komeleya Nivîskarên Kurd de cî girtiye. Yek ji damezrînerê Komeleya Wêjekarên Kurd e û hevserokatiya vê komeleyê kiriye.
Berhem
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- Ji Dengbêj Fadilê KUFRAGÎ Destan û Çîrokên Kurdî, Enstîtuya Kurdî ya Amedê, (Çîrok û Destanên Gelêrî) Nîsan 2007
- Xezeba Agirê Har, Weşanên TEVN, (Çîrok) tîrmeh 2008
- Dursel û Marê Reş, Weşanên AVA, (Çîrokên Gelêrî) tebax 2009
- Dîk û Kîso, Weşanên Şaredariya Bagleran, tebax 2009, çapa duyem: (Çîrokên Gelêrî) Nîsan 2013 Weşanên Şaredariya Kayapinarê
- Ker û Şêr û Rovî, Weşanên Şaredariya Bagleran, tebax 2009, çapa duyem: (Çîrokên Gelêrî) Nîsan 2013 Weşanên Şaredariya Kayapinarê
- Pîrê û Dîk, Weşanên Şaredariya Bagleran, tebax 2009 çapa duyem: (Çîrokên Gelêrî) Nîsan 2013 Weşanên Şaredariya Kayapinarê,
- Roviyê Bêdûvik, Weşanên Şaredariya Bagleran, tebax 2009 çapa duyem: (Çîrokên Gelêrî) Nîsan 2013 Weşanên Şaredariya Kayapinarê,
- Şêr û Gur û Mî, Weşanên Şaredariya Bagleran, tebax 2009, çapa duyem: (Çîrokên Gelêrî) Nîsan 2013 Weşanên Şaredariya Kayapinarê
- Zira Kerê, Weşanên Şaredariya Bagleran, tebax 2009, çapa duyem: (Çîrokên Gelêrî) Nîsan 2013 Weşanên Şaredariya Kayapinarê
- Dîko, Weşanên Şaredariya Bagleran, tebax 2009, çapa duyem: (Çîrokên Gelêrî) Nîsan 2013 Weşanên Şaredariya Kayapinarê
- Qertel û Kîso, Weşanên Şaredariya Bagleran, tebax 2009,çapa duyem: (Çîrokên Gelêrî) Nîsan 2013 Weşanên Şaredariya Kayapinarê
- Siya Şikestûnê Tûrcel, Weşanên Aram, (Roman) gulan 2011
- Rovî û Kûsî, Weşanên Aram, (Çîrokên Gelêrî) gulan 2012, Çapa 2. Weşanên Şaredariya Kayapinar, gulan 2012
- Rovî û Şêr, Weşanên Aram, (Çîrokên Gelêrî) gulan 2012, Çapa 2. Weşanên Şaredariya Kayapinar, gulan 2012
- Destanên Kurdî, Weşanên Şaredariya Kayapinarê, (Çîrok û Destanên Gelêrî) Nîsan 2013
- Melekê Tawûz û Yezîda, Weşanên Sîtav, (Çîrokên Gelêrî) Nîsan 2014
- Zinda(n)ame, Weşanên J&J, (Helbest) Nîsan 2014
- Xendeka Biloka / Gora Komî , Weşanên Aram , (Roman) Tîrmeh 2024
Çavkanî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Ev gotara ji bo nivîskarekî kurd şitlekê ye. Heke tu bixwazî berfireh bikî pê li biguhêre bike. (Çawa?) |