Elkê
Elkê | |
---|---|
Beytüşşebap | |
Koordînat: 37°34′14″Bk 43°10′0″Rh / 37.57056°Bk 43.16667°Rh | |
Welat | Bakurê Kurdistanê |
Dewlet | Tirkiye |
Parêzgeh | Şirnex |
Serbajar | Elkê |
Hejmara bajarokan | 2 bajarok |
Hejmara gundan | 30 gund |
Qada rûerdê | |
• Navçe | 1.657[1] km2 (Çewtîya formatkirinê: têketina nederbasdar tilorkirin e sq mi) |
Bilindahî | 1.545 m (5069 ft) |
Nifûs (2008) | 19.462[2] |
• Berbelavî | 11,7/km2 (30/sq mi) |
• Gundewarî | 73800 |
• Serbajar (2008) | 6.586 |
Koda postayê | 73800 |
Koda telefonê | (+90) 486 |
biguhêre |
Elkê (bi tirkî: Beytüşşebap) navçeyeke Şirnexê ye. Hejmara niştecihên bajêr 6586 û ya navçeyê jî 19.462 kes e.
Nav
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Elkê di nav berhemên klasîk ên Îslamî de wek Elqîy (أٌلقِي9 derbas dibe. Taybetî di berhema Yâqût el-Hamevî, Mu'cemul-Bûldan de wek Elkê derbas dibêje ;Kela Elkê girêdayî nahiyeya ez-Zevzana girêdayî hikûmdarê Mûsilê[3]. Navê Bêşebap jî di çavkaniyên Osmaniyan de peyda dibin[4]. Her çend bi wateya Erebî mala ciwanan bête zanîn jî îdîyek heye ku dibêje ji Beth Şabatha Aramî ye.
Dîrok
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Elkê di dîrokê de gelek şaristan dîtîne. Hurrî, Mîtanî, Asurî û Urartuyî li vê derê di dîrokê de desthilat bûn. Ev herêm di navbera Persan û Bzansiyan de bû. Dema hatina Îslamiyetê de ev herêm di bin desthilata Sasaniyan de bû. Di dema xelîfe Omer de ket bin destê mislimanan. Paşî ket bin destê Emewiyan û Ebbasiyan. Her wisa şaristanên Eyyubiyan, Selcukiyan, Mongolan jî dît. Di dema Osmaniyan de girêdayî sencaqa Hekarî bû. Piştî Osmaniyan jî, di dema dewleta Tirk de Hekarî sala 1936ê de bû parêzgeh û Elkê jî bû navçeya Hekariyê. Sala 1990ê de jî piştî parezgehabûna Şirnexê, bû qezaya Şirnexê.
Çavkanî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- ^ www.turkstat.gov.tr/PreIstatistikTablo.do?istab_id=220
- ^ tuik, 2008
- ^ Seyfettin Çetin, YÂKÛT el-HAMEVÎ’NİN MU‘CEMÜ’l-BÜLDÂN ADLI ESERİNDE KÜRTLER,r:83
- ^ Hüseyin Güneş,Beytüşşebap Tarihi Üzerine Bazı Notlar,r:30
Girêdanên derve
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- Malpera fermî Girêdana arşîvê 2010-05-05 li ser Wayback Machine
Ev gotara kurt şitlekê ye. Heke tu bixwazî berfireh bikî pê li biguhêre bike. (Çawa?) |