Celal Bayar
Serokkomarê Tirkiyeyê | |
---|---|
- | |
Serokwezîrê Tirkiyeyê | |
- | |
Celal Bayar Refik Saydam (en) | |
Serokwezîrê Tirkiyeyê | |
- | |
Celal Bayar | |
Endamê Meclîsa Mezin a Neteweyî ya Tirkiyeyê |
Jidayikbûn | |
---|---|
Mirin | |
Cihê goristanê |
Parêzgeha Bursayê (en) |
Navê rastî |
Mahmut Celâl Bayar |
Nasnav |
Galip Hoca |
Hevwelatî | |
Pîşe | |
Hevjîn |
Reşide Bayar (en) (ji heta ) |
Zarok | |
Partiyên siyasî |
Democrat Party (en) Partiya Gel a Komarî |
Xelat |
Mahmud Celâl (ji sala ku zagona paşnavan derket, ango 1934, paşnava wî kirin Bayar) (jdb. 16ê gulanê 1883 li Umurbey, Bursa; m. 22ê gelawejê 1986 li Stembol) siyasetmedar û sêyem serokkomarê Tirkiyeyê bû.
Bi eslê xwe ne tirk, ji malbateke bulgaristanî bû. Yek ji peyayên Contirkan, Komîteya bo yekîtî û pêşdeçûnê (Ittihat ve Terakki) û dostên demekê yê Mustafa Kemal Atatürk bû. Tevlî birêvebirina Nîjadkujiya Ermeniyan bûye, bo wê wekî sîmbolîk demekê hatiye darizandin jî. Dewleta Romê (Tirkiye) navê Bayar daye gelek wargeh, kolanên Kurdistan û Tirkiyeyê.
Ji sala 1924 heya 1946ê bi qeydê pîşandinî (tayînkirî) geh dibû wezîr, geh burokrat, geh jî parlamenter.
Galip Hoca ev bi xwe ye
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Di bin kod navê Galip Hoca de li dijî gund û bajarên yewnanên Anatoliyayê komkujî, talan organîze dikir. Wê demê yewnan pirranî li herêma Ege û Trakyayê cihwar bûn. Gelek zanayên rojavayî navê Şerê serxwebûna Tirkiyê qebul nakin, dêl wê ve Şerên tirk û yewnanan bikartînin.
Sala 1945î bi fermî sazûmaniya yekpartîtî ya Tirkiyeyê tê tê rakirin. Partiya Demokrat (Tirkiye) (DP) tê damezirandin. Bayar jî xwe dide cem Adnan Menderes. Hin dibêjin viya bi zanebûn kiriye, xwestiya mihalefetê bike bin kontrola kemalîstan. ji ber wê ketiye nava DPyê. Sala 1950yê DP di hilbartinê de biserdikeve. Bayar di 22ê gulana 1950an de dibe serokkomar.
Talana xrîstiyanan
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Di bin serokkomariya Bayar de, bi sîstematîkî asîmîlasyona kurdan tê birêvebirin. Herwiha yewnan, ermenî, suryanî, pontûs ûêd jî para xwe ji polîtîkayên kemalîst digire. Di 6 - 7ê îlonê sala 1955î de li Stembolê talana "ne-misilmanan" pêk tê. Bi dehhezaran tirkên rastradîkal û êrîş dibin ser mal, kargehên xrîstiyanan. Dikan û malan dişewitînin, dest didin ser pere û dewlemendiyên wan.
Di cûntaya sala 1960î de ji aliyê eskeran ve tê girtin. Menderes û du wezîr tên dardekirin lê Bayar serbest tê berdan û efûkirin.
Çavkanî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- Camilla Dawletschin-Linder: Diener seines Staates. Celal Bayar (1883-1986) und die Entwicklung der modernen Türkei - Xulamê welatê xwe Celal Bayar û avabûna Tirkiyeya nûjen. Harrassowitz (2003), ISBN 3-447-04740-2 (almanî)
Ev gotara kurt şitlekê ye. Heke tu bixwazî berfireh bikî pê li biguhêre bike. (Çawa?) |
- Endamên Hikûmeta 7an a Tirkiyeyê
- Endamên Hikûmeta 8an a Tirkiyeyê
- Endamên Hikûmeta 9an a Tirkiyeyê
- Endamên Hikûmeta 2an a Tirkiyeyê
- Endamên Meclîsa Mezin a Neteweyî ya Tirkiyeyê
- Endamên Parlamena Tirkiyeyê ya 2an
- Jidayikbûn 1883
- Kesên ji Bursayê
- Mêr
- Mirin 1986
- Parlamenterên Stembolê
- Serokkomarên Tirkiyeyê
- Serokwezîrên Tirkiyeyê
- Siyasetmedarên girtî li Tirkiyeyê
- Siyasetmedarên tirk
- Siyasetmedarên Partiya Gel a Komarî
- Siyasetmedarên Tirkiyeyê